Cîhan
Idlib | Êrîsa xwekujî: Navenda hikûmeta HTSê hat teqandin
PeyamaKurd - Li bajarê Idlibê jinekê xwe li ber avahiya hikûmeta rêxistina Heyet Tehrîr Şam (HTŞ) ku girêdayî Hikûmeta Netewî ya Rizgarîxwaz a opozîsyona Sûriyê ye, xwe teqand.
Di êrîşa xwekujî ku îro 29ê Çile pêk hat de, li gor zanyariyên Rawengeha Mafên Mirovan li Sûriyê (SOHR) gelek kesan can da, lê hejmara kuştî û birîndaran nehat zelalkirin.
Berpirsê SOHRê Ramî Abdulrahman li ser êrîşê ji Reutersê re ragihandiye ku êrîş ji aliyê jineke xwekuj ve hatiye kirin, hikûmeta rêxistina îslamî ya tundrew HTŞ-El Nûsra kiriye armanc ku ew rêxistin piraniya herêmê kontrol dike.