TR KU SO
FB X
Cîhan

Idlib | Sadûn: Tirkiye berpirsiyariyên xwe bicih nayîne

Admin S
Nivîskar
📅 17 berfanbar 2018 19:18

PeyamKurd – Parêzgarê bi wekalet ê Parêzgeha Idlibê Muhammed Fadî Sadûn daxuyakirin ku Tirkiye di çarçoveya rêkeftina Soçiyê ya navbera Rûsya-Tirkiyê de berpirsiyariyên xwe bicih nayîne.

Sadûn ji ajanseke Rûsî re ragihand, "Em nabînin ku Tirkiye berpirsiyariya xwe ya bêçekirina komên çekdar li herêma ji çekan hatiye paqijkirin de, bi cih nayîne. Bi qasî em zanin ew dikarin bandorê li milîtanan bikin. Lê belê ji bo bicihanîna rêkeftinê gavên pêwîst navêjinb”

Sadûn herwiha diyar kir ku diviyabû heta 13-14ê Mijdarê kontrola xalên rêveberinê bihatina radestkirin, lê li şûna ku Tirkiye berpirsiyariyên xwe bicih werîne, agahî li ber destê wan hene ku hinek çek xistine wan herêman.

Parve bike: