IHR: Li Îranê, bi sedan kes hatine kustin
PeyamaKurd- Rêxistina Mafên Mirovan a bi navnenda Norwecê (IHR), li ser kesên ku di xwepêşandanên Îran û Rojhilat hatine kuştin de raportek belav kir. Li gorî raportê, bi sedan kes hatine kuştin û di nav van kesan de jin û zarok jî hene.
Di raporta IHRê de hat destnîşankirin hejmara kesên ku di xwepêşandanên Îranê de hatine kuştin, gihîştiye 469 kesan. Hat diyarkirin ku di nav van kesan de 32 jin hene û 63 kesên ku hatine kuştin jî di bin 18 saliya xwe de ne ku wekî zarok tên pênasekirin.
Di raporta ku li ser xwepêşandanên ji 31 eyaletan aîdê 25 eyaletan hatiye amadekirin de tê diyarkirin ku kuştinên herî zêde li eyaleta Sistan-Beluçîstanê ku herî zêde Sunnî lê dijîn, hatine destnîşankirin.
Li gorî raportê, li Sistan-Beluçîstanê 130, li Rojhilatê Kurdistanê 53, li Azerbaycana Rojava 54, li Tehranê 50, li Mazenderanê 38, li Kirmanşahê 25, li Gilanê 26, li Elborzê 20, li İsfahanê 14, li Huzîstanê 10, li Farsê 11, li Rezevi Xorasanê 7, li Azerbaycana Rojhilat 4, li Loristan, Zencan, Kazvin û Hemedanê her yek 3, li Kohgiluye-Buyer Ahmed, Erdebil, İylam, Buşehr û Hurmuzganê her yek 2, li Simnan û Gulîstanê jî her yek xwepêşandêrek can dane.