TR KU SO
FB X
Cîhan

Îkama kîjan Sûriyeyî li kîjan bajarî be, dê here wî bajarî

Admin M
Nivîskar
📅 24 tîrmeh 2019 00:22

PeyamaKurd- Wezîrê karên hundir yê Tirkiyê Suleyman Soylu derket ber medya Tirkiyê û rêjeya Sûriyeyiyan û qaîdeyên ku divê bên bicîhanîn bo raya giştî ragihand. Soylu got ku li Îstenbolê 1 mîlyon û 69 hezar Sûriyeyî hene lê ji van Sûriyeyiyan qeydiya 547 hezar kesî li bajarên dinane û divê heta 20 ê meha tebaxê hemû dagerin bajarên ku îqama wan lê ye.

Soylu got; eger ew bi xwe heya 20 ê tebaxê neçin bajarê ku îqama wan lê ye, dê ji aliyê dewletê ve bi zorê be jî dê bên şandin. Sedem jî ew e ku bûyereka nexweş li Îstenbolê çêbibe kontrolkirina bûyerê zahmete ji ber ku Sûriyeyî li bajarên din xuya dikin. Bo nîzama asayîşê divê herkes dagere bajarê ku îqama wan lê ye.

Soylu got ku rêjeya hemû koçberên Sûriyê ji aliyê parêzgerê Îstnebolê de dane û biryara ku hatiye dayîn dê tetbîq bibe.

Parve bike: