Îmamoglu dengê xwe da: Wê dawiya rojê her tist pir xwes bibe
PeyamaKurd - Namzedê CHPê yê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê Ekrem Îmamoglu ku piştî serkeftina wî ya hilbijartinên 31ê Adarê mazbataya wî ya şaredariyê jê hatibû standin, di hilbijartinên dubare yên 23yê Hezîranê de bi qelebalixeke mezin çû ser sindoqê û dengê xwe bikar anî.
Basın mensuplarının sorularını yanıtlıyorum. https://t.co/zjBhzqzvvT
— Ekrem İmamoğlu (@ekrem_imamoglu) June 23, 2019
Ekrem Îmamoglu, piştî ku li navçeya Beylikduzu ku beriya niha şaredarê wê navçeyê bû dengê xwe da axaftineke kurt ji rojnamevanan re kir.
Îmamoglu wiha got: "Em niha di nav katên temîrkirina pêvajoyeke bêhiqûqiyê de ne. Hem ji bo demokrasiya me hem jî ji bo Stenbolê û rewabûna hemû dengên dengdêrên welatê me dê gelê me bi wijdanên xwe biryarê bide. Di dawiya rojê de wê her tişt xweş bibe."
Li ser xwestina helaliyê ya namzedê AKPê Binalî Yildirim jî Îmamoglu got, "Helbet bila herkes heqê xwe helal bike. ji niha şûnde em heman şaşiyan nekin."