TR KU SO
FB X
Cîhan

Îmamoglu derbarê pirsgirêkaa kurdî de daxuyaniyek da: Divê em bi hev re...

📅 31 gulan 2019 14:06

PeyamaKurd – Ekrem Îmamoglu li navçeya Kuçukçekmeceyê beşdarî fitara welatiyan bû ji wir jî derbasî Sefakoyê bû û beşdarî fitara endamên Komeleya Pasura Amedê bû. Îmamoglu li wê derê axaftine kir.

Ekrem Îmamoglu di axaftina xwe de behsa pirsgirêka kurdî jî kir û wiha axivî, “Ez rast nabînim ku pirsgirêkên li vî welatî di ser nasnameyê re bên xwendin. Bo nimûne îro ez di nava welatiyên me yên kurd de me. Eger pirsgirêkek hebe, divê navê wê pirsgirêkê ne pirsgirêka kurdî be, navê wê pirsgirêka miorvahiyê be. Li herêma ku em lê dijî pirsgirêk hene û divê em bi hev re van pirsan çareser bikin.”

Îmamoglu herweha got ku bi qasî tirkan kurd jî temînata vî welatî ne, “Di hebûn û yekîtiya vî welatî de tirk çiqas temînat bin, kurd jî ewqasî temînat in.”
 

Parve bike: