TR KU SO
FB X
Cîhan

Îmarat balyozxaneya xwe ya Samê îro vedike

Admin S
Nivîskar
📅 27 berfanbar 2018 18:19

PeyamaKurd - Hat ragihandin ku Îmaratên Erebî dê konsûlxaneya xwe ya li paytexta Sûriyê, Şamê ji nû ve veke.

Îmarat jî wekî gelek welatan piştî rûdana şerê navxweyî li Sûriyê sala 2011an têkiliyên xwe yên dîplomatîk bi hikûmeta Sûriyê re rawestandibûn.

Îmarat piştî guhertina hevsengiya hêzê li Sûriyê biryar da ku vegere Şamê û danûstandinên xwe yên fermî bi Sûriyê re berdewam bike.

Ajansa Reutersê ragihand ku balyozxaneya Îmarat a li Şamê îro 27ê Kanûna 2018an bi fermî vedibe.

Parve bike: