TR KU SO
FB X
Cîhan

Îmarat: "Me çav bernedaye axa Yemenê"

📅 07 gulan 2018 23:31

PeyamaKurd - Mîrektiyên Yekbûyî yên Ereb (MYE) ragihand ku wan çav bernedaye axa Yemenê.

Hikûmeta Yemenê der barê Girava Sokotrayê de MYE sûcdar kiribû ku ew li wir mafê desthilatiyê bin pê dikin, li ser vê Wezareta Karên Derva yê MYEyê daxuyand hebûna eskerên wan ên li herêmên hatine xilaskirin ne çavberdana axa Yemenê ye.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ew bi hevkariya hêzên koalîsyonê ya ku serkêşiya wan Erebistana Siûdî dike tevdigerin û daxuyaniyê wiha dewam kir: "Çavê MYEyê di axa Yemenê de tune. Gavên ku MYE li gelek bajarên Yemenê davêje ji bo pêkanîna ewlehî û îstiqrarê ye û armanc piştgiriya gelê Yemenê û hikûmeta wê ya meşrû ye."

Hikûmeta Yemenê gotibû MYE li gor rola xwe ya di bin banê koalîsyonê de tevnagere.

Bi dehan eskerên MYEyê roja çarşemê dema ku balafira wan gihîştibû Balafirgeha Sokotrayê li der û dora balafirgehê cih girtibûn û 6 tank jî neqlî vir kiribûn. Duh jî dîsa eskerên xwe li der û dora Bendergeha Sokotayê bi cih kiribûn.

Herî dawîn jî balafira eskerî ya pêncemîn şandibû Girava Sokotrayê.

Li ser vê Serokomarê Yemenê Ebdurrebbû Mensûr Hadî bi Erebistana Siûdiyê re axivîbû ku ev pirsgirêk bê çareserkirin. Erebistana Siûdiyê heyetek şandibû Girava Sokotrayê. 

Dema ku Serokwezîrê Yemenê Ehmed bîn Dexr û wezîr hatibûn giravê, MYEyê esker şandibûn giravê.

Serokwezîr Daxr di sala 2016an de dest bi wezîfeyê kiribû û ji wir pê va cara duyem çû giravê, tê gotin ew dixwaze desthilatiya hikûmeta meşrû ya li ser giravê nîşan bide.

Parve bike: