Cîhan
Îmaratan sîstema parastina hewayî da general Hafter
PeyamaKurd – Dewleta Îmaratan li Lîbyayê ji serî de alîkariya general Hafterê muxalif dike. Îro jî medya Rûsyayê ragihand ku dewleta Îmratan sîstemekî parastina hewayî daye general Hafter.
Îmarat, sîstema ku daye general Hafter, malê Rîsyayê ye. Ragihandin ji aliyê tv. ya Rûsya ya bi navê Zevzda de hat kirin. Îmarat xwediyê sîstema parastina hewayî ya Rûsyayê ye.
Di nûçeyê de hatiye ragihandin ku sîstema hewayî di wexta ceribandinê de li devera di bin destê Hafter de hatiye dîtin ku li tûxaya Tariq Bîn Ziyad ya di bin fermandariya Tûgay û Omer Mirace de ye.