Cîhan
Înce: "Bila tu kes ji partiyê îstifa neke"
PeyamaKurd - Muharrem Înceyê namzedê serokomariya Tirkiyê yê CHPê got: "Bila tu kes ji partiyê îstifa neke. Bila her kes li ciyê xwe bimîne. Heger ez qala kongreyê bikim hûn ê wê çaxê biaxivin, lê hûn ê tiştekî wiha nebihîzin."
Înce bi Altan Oymenê Serokê Giştî yê CHPê yê berê û Murat Karayalçinê Serokê Giştî yê SHPê yê berê ra li ofîsa Karayalçin ya Çankayayê civiya.
Piştî hevdîtinê Înce û Karayalçin daxuyanî dan rojnamevanan.
Muharrem Înce bang li endamên partiyê kir û wiha got: "Bila tu kes ji partiyê îstifa neke. Bila her kes li ciyê xwe bimîne. Heger ez qala kongreyê bikim hûn ê wê çaxê biaxivin, lê hûn ê tiştekî wiha nebihîzin."