Îngîltere: Bila herkes di mala xwe de ji bo 3 rojan xwarinê stok bike
PeyamaKurd – Hukumeta Îngîltere ji ber firtûne, birîna elektrîkê, bobelatên xwezayî, şer û êrîşa sîberî ji welatiyan xwest ku amadekariya xwe ji bo 3 rojan bikin.
Hukumetê xwest di nav alavên amadekariyê de ji bo 3 rojan av û xidayên ku xerab nabin hebin. Di lîsta hukumetê de 9 lître av, radyo, fenera destî û çentê alîkariya lezgîn yê tenduristiyê heye. Divê welatî karibin bi derfetên xwe yên heyî bê alîkariyê ji kesekî din bistînin karibin 3 roj debar û îdara xwe bikin.
Ofîsa Kontrola Netewî ragihand ku tehdîda sîberî li ser zincîreya amadekariya xidayan heye û bi talûkeyên kêş û hewayê re rû bi rû ne.
Serokwezîrê Îngîltere Andy Burnham di zîrwa li Liverpoolê de ya tedbîrên ji bo şewatên daristanan axifî û got ku divê welatî ji bo krîzên ku bandorê li jiyana mirovî dikin amadebin û weha dewam kir:
“Mijar ew nîne ku mirov panîk bibe…Mijar ew e ku dema rewşekî zahmet peyda bû, ji bo mirov karibe wê rewşê derbas bike, divê di malê de têra mirov erzaq hebe û mirov tedbîrên aqilane bigre.”
Li ser mesela radyoyê ku divê di malê de radyo hebe, sedem çiye? Dema elektrîk bê birin internet jî namîne televizypon jî namîne. Hukumet di rêya radyoyê de dikare temamê agahihyan û fermanan bigihîne welatiyan.