Cîhan
Îngîltere Hîzbûllah a Lubnanê xist lîsteya terorê
PeyamaKurd- Wezareta Xezînê ya dewleta Brîtanyayê Hîzbûllah a Lubnanê, li gor qanûna terorê û desteka terorê xiste nav lîsteya terorê. Wezareta Îngîltere dorpêça ser Hîzbûllahê jî berfireh kir.
Wezareta Brîtanyayê berê tenha beşa çekdar ya Hîzbûllahê xistibû lîsta terorê lê niha rêvebirî, desteya ewlehiyê û konseya cîhadê jî xiste nav lîsteyê. Li Brîtanyayê çi heyiyên rêvebiriyê, desteya ewlehiyê yên Hîzbûllaha Lubnanê hebin, hatin desteserkirin.
Hîzbûllah a Lubnanê bi desteka Îranê hatibû avakirin û di nav vê hefteyê de Îran xwest koordinasyona temamê Rojhilata Navîn bixe serokê Hîzbûllahê Hesen Nasrûllah.