TR KU SO
FB X
Cîhan

Îngiltere: Li Ukraynayê, pevçûnên giran dest pê kirin

Ruken güler
Nivîskar
📅 02 îlon 2022 20:00

PeyamaKurd- Ji aliyê rayedarên Wezareta Berevaniya Îngiltereyê ve hat ragihandin ku li Ukraynayê, li herêma Enerhodarê, di navbera hêzên Rus û Ukraynayê de pevçûnên giran dest pê kirin.

Di daxuyaniya wezaretê de hat ragihandin ku ev pevçûnên giran, li herêma Enerhodarê çêdibin û ev der jî nêzîkî santrala nukleerî ya Zaporijyayê ye.

Şerê navbera Rusya û Ukraynayê ku ji 24ê Sibatê ve bê navber dewam dike, hat zanîn ku Rusya, bi destpêka meha nû re dest bi tetbîqatên nû dike.

Li gorî nûçeya ku ji aliyê Reutersê ve hat belavkirin, duh jî ji aliyê hêzên Rus ve li rojhilatê Ukraynayê, tetbîqata leşkerî hatiye destpêkirin.

Li ser vê mijarê, ji aliyê rayedarên Wezareta Berevaniya Rusyayê ve daxuyanî hatibû dayîn ku ji 14 welatên ku di nav wan de Rusya, Çîn, Hindîstan û Azerbaycan jî hene, dê çavdêrên leşkerî beşdarî tetbîqata Vostok-2022yan, bibin.

Parve bike: