Cîhan
IOM ji bo koçberên Afxanistanê 589 mîlyon dolar alîkarî xwest
PeyamaKurd – Rêxistina Koçveran ya Navdewletî (IOM) ku bi ser Neteweyên Yekgirtî ve ye, got ku ji bo kesên li Afxanistanê ji ser cîh û warên xwe bûne, ji bo alîkarî û parastina wan 589 mîlyon dolar pere pêwiste.
IOM, bi awayeka nivîskî ragihand ku piştî Talîbanê li Afxanistanê di tebaxa 2021 ê de desthilatê xist destê xwe, li nav welat û li derveyê welat 3.6 mîlyon koçber hene û pêdiviya wan bi alîkariya mirovî heye.
Rêxistin ragihand ku ji bo alîkarî bigihê kesên mexdûrên krîzê herî kêm pêdivî bi 589 mîlyon dolarî heye.