IOM: Li Pakistanê ji ber lehiyê 10 mîlyon kes ji ser cîh û warên xwe bûn
PeyamaKurd – Rêxistina Koçê ya Navdewletî ya di bin sîwana Neteweyên Yekgirtî (UNIOM) de ragihand ku heya îro 10 mîlyon kes li welatê Pakistanê ji ber lehiyê ji ser cîh û warê xwe bûne. IOM, ragihandina xwe nivîskî kir û got ku baregeha wan ya li Pakistanê, bi hevkarên xwe yên cîh re, ji bo kesên malên xwe terk kirine, wargehan ava dikin an ji wan re ji bo hewandinê cîh peyda dikin.
Li eyaleta Sindh ê li bajarê Thul Tehsilê, IOM bi hevkarên cîh re û bi ajansa geşepêdanê û hevkariya teknîkî (ACTED) re heya niha xebata xwe dewam dikin û ragihandina wan weha dewam dike:
“Me heya niha li mexdûrên lehiyê 25 hezar alavên wangehan belav kiriye û ji bo alîkarî bigihê deverên ku pêdiviya wan bi alîkatiyê heye, IOM bi rêvebiran re di nav têkiliyan de ye. Heya niha ji ber lehiyê deh mîlyon kes ji ser ciyên xwe bûne.
Em bi endîşene ku em ê nikaribin li seranserê Pakistanê temamê pêdiviyên xelkê bicîh bînin û em dixwazin hevkarên me yên navdewletî alîkariya xwe zêde bikin.”
Li Pakistanê, bi sedema barana Mûsonan ji 14 ê hezîranê heya niha ji ber baran û lehiyê 1.500 kes jiyana xwe ji dest dane.