TR KU SO
FB X
Cîhan

Îrak: Armanca DAISê bajarê Samarrayê ye

📅 09 adar 2019 16:00

PeyamaKurd - Serokê Konseya Berevanî û Ewlekarîyê ya Parlementoyê Îraqê Hekîm Zamilî ragihand kuarmanca rêxistina terorî ya DAIŞê Samarra ye.

Serokê Konseya Berevanî û Ewlekarîyê ya Parlementoyê Îraqê Hekîm Zamilî li bajarê Samarrayê daxuyanîyek da û dîyar kir ku armanca rêxistina terorî ya DAIŞê bajarokê Selehaddînê Samarra ye.

Zamilî da xuyakirin ku piranîya xelkê Samarrayê sunî ne, li bajêr tirbeyên şiîyan hene û armanca DAIŞê ew e ku li wir şerê mezhebî derxe.

Hekîm Zamilî di berdewamîya daxuyanîya xwe da derbirî ku rêxistina terorî DAIŞ ji sala 2006an û vir ve hewil dide lir wir şerekî mezhebî derxe û bi vê mebeste li derdora Samarayê hewildanên xwe zêde kirine û û dixwaze bajarî bixe qada şerî.

Parve bike: