TR KU SO
FB X
Cîhan

Îran 2 kestiyên ser sand Kendava Adenê

Admin M
Nivîskar
📅 21 hezîran 2018 21:04

PeyamaKurd- Îran reqabeta xwe ya Kendava Adenê ya bi koalîsyona ku serê wê Erebistana Si’ûdî dikşîne, dewam dike. Mijar car din Yemen e ku bi şerê navxwe bili ye.

Çend roje ku li der û dora lîmana Hudeydeyê, di navbera dewleta Yemenê û Hûsiyan de şerekî dijwar dewam dike. Her çendîn Erebistan dibêje bajarê Hudeydeyê sitendiye jî, şerê wê derê neqediyaye, ji ber ku dengê sîlihan ji hev naqete.

Li hember vê jî Îran du keştiyên şer şand Kendava Adenê. Ajansa Tasnîmê ya Îranê ragihand ku her dû keştiyên çûne kendavê, dikarin helîkopteran hilgirin. Her dû keştî çûn devera ku bo operasyonên koalîsyona Erebistana Si’ûdî gelek girîng e.

Parve bike: