TR KU SO
FB X
Cîhan

Îran: “Bi axaftina her dû wezîrên karên derve mijar çareser bû”

Admin M
Nivîskar
📅 13 berfanbar 2020 02:48

PeyamaKurd – Balyozxane ya Îranê ya Ankarayê ragihand ku wezîrê karên derve yê Îranê Cewad Zarîf û yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoğlu bi rêya telefonê li ser pirsgirêka navbera Tehran û Ankarayê ku serokomarê Tirkiyê Erdoğan li Bakuyê helbesta bi navê “Aras” ê ya helbestvanê Azerî Bextiyar Wahabzade xwendibû, Tehran li ser helbestê nerazîbûna xwe diyar kiribû û bertek nîşan dabû, her dû alî li serê axifîne û mesela navbera wan çareser bûye.

Li ser helbestê ku behsa îşxala axa Azerbeycanê dike, Îran xwe nerazî kiribû ji ber nîvê axa Azerbeycanê di bin îşxala Îranê de ye û dest bi tehdîdan kiribû. Parlementerê Îranî Ali Asker Xani, di ser hesabê xwe yê medyayê de parvekirineka weha kir:

“Birêz Erdoğan! Kesê ku çavê xwe berda axa Îranê halê wî yê dawiyê weha bû.”

Bi gotina xwe re parlementerê Fars dîmenên kuştina Saddam Huseyîn nîşan da.

Parve bike: