Cîhan
Îran bi pasde gav avêt
PeyamaKurd- Serokê komîsyona ewlekariyê û komîta karên derve yê Îranê Haşmetullah Felahetpîşe, bo ajansa Şebistan ragihand ku di demên dawiyê de, di navbera Îsraîl û Îranê de gengeşiyên tund hene lê Tehran li dijî Tel Avîvê statejiya şer nameşîne. Felahetpîşe weha got:
“Wezîrê karên derve yê Îranê Cewad Zarîf di konferansa ewlekariyê ya Munihê de gotibû ku ‘îhtîmala şer bi Îsraîlê re gelek zêde ye’, lê diviya behsa şer nekira. Ji ber di stratejiya me de bi Îsraîlê re şer tine ye û di ya Îsraîl de jî li dijî Îranê şer tine ye.”