Cîhan
Îran: Dibe serê li Sûriyê bikeve derê cîranan
Cîgirê wezîrê karê derve yê Îranê Abbas Araxcî ragihand ku li Sûriyê zahf tevlihevî heye û endîşeya wan heye ku şerê Sûriyê bikeve nava welatên cîran jî.
Araxci ragihand û got: “Em ditirsin ku şereke herêmê derê û bêhna şer ji her derê herêma me tê. Armanca hebûna me li Sûriyê ne ew e ku em cepheyeke nû deynin lê armanca me ew e ku em li dijî terorê têbikoşin.”
Serê mehê Îsraîlê li baregehên Îranê yên li Sûriyê xistibû. Balkêşe piştî vê bûyerê cîgirê wezîrê karê derve yê Îranê vê beyana hanê da.