TR KU SO
FB X
Cîhan

Îran dibêje derxe lê Iraq zêdetir sêwirmendan tîne

📅 14 tîrmeh 2018 00:58

PeyamaKurd - Di çarçoveya bernameya perwerdekirina hêzên Iraqî de ji aliyê NATOyê ve, Kanada 250 şêwirmendên xwe yên leşkerî şandin Bexdayê û Serokwezîrê wî welatî jî dibêje, armanca wan ew e ku aramî û demokrasî li Iraqê bihêz bibe.
 
Serokwezîrê Kanadayê Justin Trudeau ragihand ku ew şanaziyê bi rola serkirdayetiya xwe li Iraqê dikin ku ligel hevpeymanan û hikûmeta Iraqê ji bo cîbicîkirina aştî kar dike.

Trudeau got, bihêzkirina demokrasiyê li Iraqê ji wan re girîng e.

Li gor daxuyaniya hikûmeta Kanadayê, ew 250 şêwirmend û leşker li Bexdayê hatine bicîkirin.
 
Ji bilî wan 250 şêwirmend û leşkeran, artêşa Kenedayê, 4 helîkopterên şer û hejmarek ji otomobîlên din yên leşkerî jî şandin Iraqê.

Meha derbasbûyî, hikûmeta Kanadayê erkê perwerdekirina Hêza Pêşmerge bidawî anî û ragihand ku hêzeke taybet ku ji 210 şêwirmendan pêk dihat, perwerdeya leşkerî daye Pêşmerge.

Parve bike: