Cîhan
Îran: Divê Iraq tezmînata sêrr bide!
PeyamaKurd- Serokê Komîsyona Ewlehiya Netewî yê Meclîsa Îranê Haşmetullah Felahetpîşe îddayên di derbarê mijarê de dîsa anîn rojevê û got ku divê Iraq tezmînata xwe ya şêrr bide.
Felahetpîşe got ku erkdarên dewleta Iraqê jî van deynên xwe inkar nakin û divê mirov di navbera du dewletan de mijara tezmînata şêrr pişt guhan neêxe.
Felahetpîşe wiha berdewam kir: “Iraq ji Îranê zêdetir neftê derdixe û difiroşe. Iraq ji Îranê bêhtir pereyan ji neftê bi dest dixe. Yanî niha ku bixwazin dikarin deynên xwe bidin. Niha deynê Kuweytê wekî berpirsiyariyeke navnetewî dibîne.”