TR KU SO
FB X
Cîhan

Îran dixwaze tola xwe bi Koreyê ji Amerîka bigre

Admin M
Nivîskar
📅 12 hezîran 2018 22:13

PeyamaKurd- Rûsya û Îranê hişyarî dan Kore ya Bakûr. Berdevkê hukumeta Îranê hişyarî da Koreyê û weha got: “Berya ku Trump bigihê Washingtonê, divê Kore peymanê betal bike.”

Cîgirê wezîrê karên derve yê Rûsyayê Sergey Ryabkov got ku peymana navbera serokê Amerîka Donald Trump û serokê Koreyê Kim-Jong-un, bi awayeka erêniye lê şeytan di hûrahiya peymanê de ye.

Ryabkov got bo karibe tiştekî bêje, divê peymanê bibîne û weha dewam kir:

“Nabe ku gavek bi pêşde bê avêtin û em jê razî nebin. Lê Şeytan di hûrahiyê de veşartiye. Divê em peymanê bibînin. Lê weka em fêm dikin, divê em pêvajoyê ber bi pêş ve dehf bidin.”

Parve bike: