TR KU SO
FB X
Cîhan

Îran: Em ê ji peymana nukleerî vekisin

Admin M
Nivîskar
📅 20 mijdar 2018 21:31

PeyamaKurd- Wezîrê karên derve yê Îranê Cewad Zarîf ragihand ku pêdiviyên Îranê yên aborî nên temînkirin, wê Îran karibe ji peymana nukleerî vekişe. Zarîf bo ajansa meclisa îranê ICANA yê axifî û weha got:

“Ew welatên ku di nava peymanê de mane û Yekîtiya Awrûpayê dizanin eger pêdiviyên aborî yên Îranê nên temînkirin, Îran di nav peymanê de namîne.”

Zarîf got; dezgeyekî ku di derveyê dorpêça  Amerîkayê de karibe ji me re bibe navbeynkar û xwedîtiya malê bike nehat dîtin û Awrûpa jî di vê mijarê de qels e. Eger ev nebe em jî dikarin li çara serê xwe binêrin û alternatîvên me hene.

Parve bike: