Îran: Em hîn jî pêşniyara Amerîkayê dinirxînin
PeyamaKurd - Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê Îsmaîl Bekayî di daxuyaniyekê de derbarê danûstandinên Amerîka-Îranê de diyar kir ku ew hîn jî pêşniyara Amerîkayê ya derbarê plana 14 xalî ya Îranê de dinirxînin.
Berdevk Bekayî îro derbarê danûstandinên Amerîka-Îranê de daxuyaniyek da.
Bekayî ji medyaya Îranê re axivî û bi bîr xist ku Amerîkayê bi pêşniyarekê bersiva plana 14 xalî ya Îranê da.
Bekayî diyar kir ku rêveberiya Tehranê hîn jî pêşniyara Amerîkayê dinirxîne û got ku wan hîn jî li ser vê mijarê biryarek dawî negirtiye.
Bekayî got, "Meseleya herî girîng a siyaseta derve ya ku di rojên dawî de hatiye nîqaşkirin şer, agirbest û hewldanên ji bo ji nû ve avakirina aştî û aramiyê li herêmê ye."
Bekayî destnîşan kir ku ew berdewam dikin li ser nirxandina bersiva Amerîkayê û got ku piştî ku nirxandin biqedin, bersiva wan wê bi navbeynkariya Pakistanê dîsa ji Washingtonê re were ragihandin.