TR KU SO
FB X
Cîhan

Îran | 'Emê Artêsa Amerîkayê li cem DAISê bixin lîsta terorê'

Admin S
Nivîskar
📅 06 nîsan 2019 19:54

PeyamaKurd – Li ser nûçeyên xistina lîsta terorê ya Artêşa Pasavanên Şoreşa Îranê, Serokê Komisyona Polîtîkaya Derve yê Ewlekariya Netewî li parlamenta Îranê Haşmetullah Felahetpişe daxuyanî da.

Felahetpişe di parvekirina xwe ya medya civakî de da xuyakirin, heger Amerîka Artêşa Pasavanên Şoreşa Îranê bixe nav lîsteya terorê, ew ê jî artêşa Amerîkayê bixin nav lîsta terorê.

Felahetpişe wiha got: "Heger Amerîka Artêşa Pasavanên Şoreşa Îranê bixe nav lîsteya rêxistinên terorê, em ê jî li cem DAIŞê artêşa Amerîkayê jî bixin nav lîsteya reş.”

Parve bike: