Îran: Êrîs bê bersiv namîne
PeyamaKurd-Îran ragihand ku di êrîşa Îsraîlê bo ser Sûriyê de, 7 kesên Îranî yên leşkerî hatin kuştin. Şîretkarê serokê olî yê Elî Hemaney, Elî Ekber Welayetî ragihand ku wê ev bê bersiv nemîne.
Li gor ragihandina berê 4 kesên Îranî yên leşkerî di êrîşa Îsraîlde hatibûn kuştin lê ajansa Tansim ya Îranê hêjmarê 7 ragihand. Weşana Hîzbûllahê El Mayadin ragihand ku di dema seredana Elî Ekber Welayetî bo Şamê de weha got: “Wê êrîş bê bersiv nemîne.”
Moskova bang li balyozê Îsraîlê li Gary Kohen kir bo here wezareta karê derve ya Rûsyayê. Çapemeniya Amerîka û Rûsya bangê weka xerabûna têkiliyên navbera Rûsya û Îsraîlê şirove kir. Ji ber ku Rûsya bo êrîşên Îsraîliyan heya niha tiştek negotibû.
Belkî Îsraîl endîşe dike ku Rûsya nikare kontrola Îran û mîlîsên şîa li herêmê bike.