Cîhan
Îran gotinên mezin dibêje
PeyamaKurd- Wezîrê karên derve yê Amerîkayê Mike Pompeo, piştî ku beyan da û got ‘wê Îranê bi zor û dorpêça herî dijwar biperçixînin’, li hemberê beyana wî, Îranê bersiva wî da.
Ji Pompeo re bersiv, ji permandarekî Îranî ji Îsmaîl Koswarî hat: “Em ê kulmê li devê wezîrê karên derve yê Amerîkayê bidin.” Kowsarî, di dewama axaftina xwe de got ku divê xelkê Îranê bibe yek û devê herkesî bi kulman bigrin.
Piştî Amerîka ji peymana nukleerî ya navbera dewletên mezin yên dinyayê û Îranê vekişiya, Amerîka 12 xalan dabû pêş da bi Îranê re li hev bikin.