TR KU SO
FB X
Cîhan

Îran: "Îsraîl bi êrîsa ku kir, desthilat û yekîtiya axa me îhlal kir"

Admin M
Nivîskar
📅 24 tebax 2024 21:16

PeyamaKurd – Wezîrê karên derve yê Îranê Abbas Arakçi, bi sedema ku Îsraîlê li Tehranê êrîşê ser serokê Hamasê İsmail Haniye kir û kuşt, ragihand ku Îsraîl bi êrîşa ku kir, desthilat û yekîtiya axa Îranê îhlal kiriye. Arakçi got ku dê Îran heyfa xwe hilde û nekeve kemînên sazkirî. Her weha peymana nuklerî êdî nameşe û ji bo peymanekî nûh, divê muzakereyên nûh destpêbikin. Arakçi li ser tolhildana êrîşa ser Haniye weha dewam kir:

“Kengê wext were em ê tola xwe hildin. Di vê de guman tine û emê nekevin kemînên ku ji bo Îranê danîne. Di wextekî dirêj, berfireh û plankirî de, em ê bersivê bidin.”

Parve bike: