TR KU SO
FB X
Cîhan

Îran ji bo Amerîkayê: Em ê wan bikin xwelî!

Admin L
Nivîskar
📅 17 adar 2026 13:03

PeyamaKurd - Berdevkê Fermandariya Giştî ya Îranê, Tuggeneral Ebulfazl Şikarci, derbarê gefên Amerîkayê yên li dijî Girava Harq de daxuyaniyek da.

Şikarci êrîşeke muhtemel a Amerîkayê li ser Girava Harq bi tundî şermezar kir û got, "Ger Amerîka êrîşekê li ser Girava Harq bike, em ê bi tundî hemû tesîsên petrol û gazê yên welatê ku çavkaniya êrîşê ye bikin xwelî."

Wî herwiha got, "Îro cîhan dibîne ku Hêzên Çekdar ên Îranê, bi hêza xwe û piştgiriya miletê me yê birûmet, bi tundî bersivê didin êrîşên Amerîkayê û rejîma Siyonîst û derbên giran li van dijminan didin."

"Em ê wê bikin xwelî"

Şikarci di derbarê gefên Amerîkayê yên li dijî Girava Harq de hişyarî da û got, "Di demên dawî de, rayedarên Amerîkayê gelek caran li ser êrîşeke li ser Girava Harq axivîn. Ez li ser navê hemû hêzên çekdar û neteweya Îranê wan hişyar dikim: Ger Amerîka êrîşekê li ser Girava Harq, tesîsên wê yên petrolê û termînala petrolê bike, em ê bi biryardarî hemû tesîsên petrol û gazê yên welatê ku çavkaniya êrîşê ye bikin xwelî." 

Parve bike: