TR KU SO
FB X
Cîhan

Îran ji bo Tengavên Hurmiz û Besrayê amadekariya yasayê dike

Admin H
Nivîskar
📅 12 tebax 2026 13:40

PeyamaKurd - Li gorî nûçeya ajansa fermî ya Îranê IRNAyê yasayeke pêşkeşî parlamentoya Îranê hatiye kirin ku derbarê Tengava Hurmizê de ye.

Hate diyarkirin ku heke ji aliyê Parlamentoya Îranê ve ew yasa bê pejirandin, ev dê piştî neteweyîkirina pîşesaziya neftê bibe yek ji girîngtirîn û pêşketîtirîn yasayên welat.

Li gorî vê yasaya nû, keştiyên leşkerî an bazirganî yên welatên "dijmin" bêyî destûra fermî ya Îranê nikarin derbasî Kendava Farsê (Besra) bibin.

Hat destnîşankirin ku armanca vê qanûnê xurtkirina kontrol û desthilata Îranê ya li ser Tengava Hurmizê ye.

Berdevkê Komîsyona Ewlehiya Neteweyî û Siyaseta Derve ya Parlamentoya Îranê Hesen Keşqawî di 9ê tebaxê de ragihandibû ku reşnivîsa qanûna ji bo dabînkirina ewlehî û geşepêdana domdar a Tengava Hurmizê û Kendava Farsê ji aliyê komîsyona pêwendîdar ve hatiye pejirandin.

Parve bike: