TR KU SO
FB X
Cîhan

Îran ji seredana Netenyahû bo Ummanê aciz e

Admin M
Nivîskar
📅 27 cotmeh 2018 21:02

PeyamaKurd- Behram Qasimî ku berdevkê wezareta karên derve yê Îranê ye, bo seredana Benyamîn Netenyahû ya bo Ummanê kiribû bertek nîşan da. Qasimî Îsraîlê bi fesadiya navbera welatên misilman tewanbar kir.

Qasimî di malpera wezareta karên derve ya Îranê de ragihand ku Îsraîl di navbera welatên misilman de fitne derdixe û sûcdariya xwe ya 70 salan binpûş dike. Qasimî ragihand ku Amerîka zorê dide ser dewletên misilman da têkiliyên xwe Îsraîl re baş bikin.

Parve bike: