TR KU SO
FB X
Cîhan

Îran kargeha nukleerî ya Erakê çalak dike

Admin H
Nivîskar
📅 29 tîrmeh 2019 02:08

PeyamaKurd – Li demeke nûnerên 5 welatên Ewropî yên peymana atomî ligel nûnerên Îranê li Vîenayê kom bûne de, hat îdiakirin ku Îran kargeha nukleerî ya Erakê ji nû ve çalak dike û xebatan dide destpêkirin.

Ajansa Nûçeyan a Îranê ISNAyê  ragihand ku Saziya Enerjiya Atomî ya Îranê biryar daye li kargeha nukleerî Erakê ji nû ve xebat dest pê bikin.

ISNAyê bi zarê parlamentarê îranî Alî Ekber Salihî ragihand ku dê li Erakê xebata rekatora nukleerî ya fişara giran a avê ji nû ve dest pê bike.

Fişara giran a avê li kargehên nukleerî ji bo berhemanîna serikên plutonyumê tên bikaranîn.

Nûnerên 5 welatan ji bo razîkirina Îranê dicivin

Parve bike: