TR KU SO
FB X
Cîhan

Îran: Kustina Trump jî têra tola Silêmanî nake!..

Admin H
Nivîskar
📅 06 rêbendan 2020 22:42

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku Sûpaya Pasdarên Îranê nameyeke ku behsa tolhildana Qasim Silêmanî dike ji Amerîkayê re şandiye ku tê de hatiye gotin, kuştina Serokê Amerîka Donald Trump jî têr nake.

Li gorî nûçeyê Fermandarekî Feyleqa Qudsê ya Îranê bi navê Elî Hacîzade name ji Amerîka re şand û tê de got, “kuştina serokê we jî têra tola kuştina Qasim Silêmanî nake”.

Hacîzade gotiye, avêtina moşekan, xistina balefirên Amerîkî û heta jî kuştina Trump ji kêm dibîne û teqezî li ser derxistina Amerîka ji herêmê kir.

Hêjayî gotinê ye, Serokê Amerîkayê Donald Trump gefa 52 armancên Îranê xwaribû heke bersiveke leşkerî bide kuştina Silêmanî û gotibû, ewê bilez bersivê bidin û çekên nû jî bikar bînin.

Parve bike: