TR KU SO
FB X
Cîhan

Îran li pey pereyên biyanî yên welatiyên xwe ye

📅 27 hezîran 2018 00:45

PeyamaKurd - Li Îranê ji ber ku di nav mehên dawîn de bihayê tumenê li hemberî dolar pir kêm bû, hikûmetê bangî welatiyên xwe yên li dervayî welêt kir ku ew dowîzên di destê xwe da bînin welêt.

Berdevkê Hikûmetê Mihemed Bakir Nobaht li Tehranê civîneke çapemeniyê li dar xist û behsa protestoyên ji ber aboriyê çêdibin kir.

Nobaht got li welêt di firotina dowîzê de tu pirsgirêk tune û got ji serê nîsanê heta 24ê gulanê 11 milyar û 162 milyon dolar ê ku bi 4 hezar 200 tumenî dihate firotin pêşkeşî piyasayê bûye.

Nobaht anî ziman dahata neftê li gor par ji sedî 74 zêde bûye û ev jî nîşan dide ku li welêt qeyrana aboriyê tune.

Nobaht got ji bo ku qîmeta tumenê Îranê bê zêdekirin hewcedarî bi piştgiriya neteweyî heye û wiha axivî: "Îraniyên li derveyî welêt bila dowîzên di destê xwe de bînin welêt û gelê me jî bila dowîz û zêrên di destê xwe de bifroşin."

Li Îranê bihayê dolar di demeke kin de zêde bûbû, ji ber vê di meha nîsanê da bihayê wê bi 4 hezar û 200 tumenî hatibû sabîtkirin.

Li bankayan dolar bi vê bihayê fermî, li piyasaya serbest jî bi rêya qaçax tê firotin.

Duh li piyasaya serbest bihayê dolar ji 8 hezar tumenî derbas bûbû

Parve bike: