Cîhan
Îran | Li Sîraz û Zahidanê 3 girtî hatin îdamkirin
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku li Îranê piştî îdamkirina cîgirê berê yê wezîrê berevaniyê Elî Ekber Rezayî, heman rojê 3 girtiyên din li bajarên Şîraz û Zahidanê hatine bidarvekirin.
Hatiye ragihandin ku doh Şemiyê hemwelatiyekî Belûç ê bi navê Ekber Şebexş ku bi tohmeta madeyên hişber hatibû girtin, li girtîgeha Zahidanê hatiye îdamkirin.
Herwiha li girtîgeha Adilabad a bajarê Şîrazê jî du girtiyên din bi navên Mahir Eylûlî yê 37 salî û Elî Ebaszade jî hatine bidarvekirin.
Li gorî amaran tenê di sala 2022yan de 565 kes di girtîgehên rejîma Îranê de hatine îdamkirin.