TR KU SO
FB X
Cîhan

Îran: Me bi Amerîkayê re li ser 3 mijaran li hev nekir

Admin H
Nivîskar
📅 03 tîrmeh 2022 20:36

PeyamaKurd - Serokê Komîsiyona Ewlehiya Netewî ya Parlamentoya Îranê Cewad Murşêdî, li ser hevdîtinên nûnerên Îran û Amerîkayê yên li paytexta Qeter Dohayê ku hefteya borî bi mebesta vegera peymana nukleerî hatibûn kirin, daxuyanî da.

Murşêdî  li ser serneketina danûstandina hefteya borî ya di navbera Amerîka û Îranê ku li Dohayê birêve çû got, em digel Amerîkayê li ser 3 mijaran negihîştin rêkeftinê û ew mijar hîn nehatine çareserkirin.

Li gorî nûçeya malpera Xeber Online Murşêdî gotiye, Îran dixwaze garantiyê werbigire ku piştî dewleta niha ya Amerîkayê vegere ser rêkeftina atomî, Washington dîsa wek dema Serokê Amerîka Donald Trump tevbigere.

Li gorî Amerîkayê, rejîma Îranê niha jî hin mijarên li derveyî Bercamê tîne rojeva danûstandinan û heta niha ti gavên bi lez ji bo bi dawîkirina rêkeftinê nehatine avêtin.

Mijara sêyem ku bi gotina Serokê Komîsiyona Ewlehiya Netewî ya rejîma Îranê di gotûbêjên digel aliyên danûstandinên vejandina Bernameyê de nehatine çareserkirin, garantiyên pêwendîdar bi girtina dosyeya Îranê li Ajansa Navneteweyî ya Enerjiya Atomî ye.

Ajansa Navdewletî ya Atomê ji rejîma Îranê bersivên diyar û zelal li ser dîtina şopa hûrên Uranyomê li sê navendên navokî yên neragihandî yên Îranê dixwaze. Îran îdia dike ku di vê derheqê de çend meh e ku bersiv daye û divê gotûbêja vê mijarê ya li Ajansê bi dawî bibe.

Parve bike: