TR KU SO
FB X
Cîhan

Îran: Me ji bo bidawîkirina serê Qerebaxê projeyek amade kiriye

Admin H
Nivîskar
📅 05 cotmeh 2020 23:43

PeyamaKurd - Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê Seîd Xetîbzade, di civîneke rojnamevanî de li ser şerê Azerbaycan-Ermenistanê yê Qerebaxê daxwaz ji herdu aliyan kir ku şerê xwe dûrî sînorên wan bikin û ew ketina topên hawinan li ser sînorên xwe qebûl nakin.

Seîd Xetîbzade herwiha diyar kir ku wan ji bo bi dawîbûna qeyrana Qerebaxê û şerê Azerbayacan-Ermenistanê projeyek amade kiriye û di demeke nêzîk de wê Îran hem ligel herdu welatan û hem jî ligel welatên herêmê dest bi danûstandinê bike.

Şerê navbera Azerbaycan-Ermenistanê li herêma Qerebalixê ev 10 roj in berdewam dike û gelek ziyanî canî madî çêbûne.

Li gorî zanyariyan herî kê 250 kes di wî şerî de hatine kuştin û bi sedan kes jî birîndar bûne û bi hezaran kesan ji warê xwe koç kiriye.

Li gorî daxuyaniyên berpirsên Îranê heta niha 3-4 guleyên hawinê li sînorê parêzgeha Erdebîl a Îranê ketine û zarokek miriye, 10 xanî jî rûxiyane.

Parve bike: