Cîhan
Îran: Me li Kendavê li keştiyeke şer ya Amerîkayê xist
PeyamaKurd - Şêwirmendê leşkerî yê Rêberê Olî yê Îranê Mucteba Xamneyî, Muhsin Rezayî derbarê hedefgirtina keştiyeke şer ya Amerîkayê de daxuyanî da.
Muhsin Rezayî ragihand yek ji wan sê keştiyên şer yên Amerîkayê ku ji Deryaya Umanê derbasî nav Kendava Fars bûbûn, bi moşekan hat hedefgirtin û ziyanek mezin gihîşt keştiyê.
Herwiha Muhsin Rezayî gef li hêzên Amerîkayê xwar û got: “Beriya ku Deryaya Umanê bibe goristana keştiyên şer yên Amerîkayê, em ji wan re dibêjin ku paşde bikişin. Tengava Hurmizê ji bo hatûçûna navdewletî vekiriye, lê bi ti rengî em rê nadin bibe cihê leşkerî û çêkirina nearamiyê.”