Îran Mossad bi xerakirina têkiliyên wê û dinyayê tawanbar kir
PeyamaKurd - Wezîrê Karên Derve yê Îranê Muhemmed Cewad Zerîf, îdîa kir ku Mossadê her demê xwestiye têkiliyên wê bi welatên dinyayê re xera bike û peymana nukleerî têk bide.
Zerîf bal kişand ser wê yekê ku Serokwezîrê Îsraîlê Binyamîn Netanyahû, di 30ê Nîsanê de bi rêya Mossadê ragihandiye ku xebatên nukleerî ên Îranê didomin û di 8ê Gulanê de jî Trump ji peymanê vekişiyaye. Herwiha Serokkomarê Îranê Hesen Ruhanî 3ê Hezîranê derketiye sefera Swîsre û Awusturyayê û di heman rojê de Mossad îdîa dike ku hewla êrişa terorî ya Îranê li Fransayê hatiye pûçkirin.
Zarîf neqil dike ku Trump li Neteweyên Yekbûyî propagandeyeke berfireh li dijî Îranê dide meşandin û Netanyahû di 27ê mehê de îdîa dike ku tesîsa nukleerî ya Îranê hatiye keşifkirin.
Herwiha bal dikişîne ser wê yekê ku Ewropa mekanîzmeya ticareta bi Îranê re amade dike lê Mossad îdîa dike ku hewla êrişa terorî ya Îranê li Danîmarkayê hatiye pûçkirin.