TR KU SO
FB X
Cîhan

Îran: Navbeynkariya Pakistanê dewam dike

Admin M
Nivîskar
📅 20 gulan 2026 23:07

PeyamaKurd – Berdevkê wezareta karên derve yê Îranê İsmail Bekayî ragihand ku têkiliyên bi Amerîka re bi navbeynkariya Pakistanê dewam dike.

Bekayi got ku li ser dawîanîna şer, serbest berdana heyiyên Îranê ji aliyê DYA de, tevgerên ku keştiyên Îranê ji terefê DYA de didin rawestandin, mijarên wan yên ku niha li ser wan diaxifin.

Bekayi got ku hevdîtin li dora pêşniyara bi 14 xalan peyamên wan ji hevre dibin û tînin.

Wezîrê karên navxwe yê Pakistanê Muhsin Nakvi ragihand ku seredana Îranê bi armanca hêsankirina têkliyane û ji bo metnên ku dişînin bên zelalkirin, têkiliyên dîplomatîk dewam dikin. Bekayi weha dewam dike:

“Tevî tevgerên tehdîdwarî, zora siyasî û leşkerî, Îran ji bo berjewendiyên netewî bixe bin garantiyê û mafên xwe yên rewa biparêze, di rêya xwe de dewam dike.”

Parve bike: