TR KU SO
FB X
Cîhan

Îran: Pistî betlana Newrozê dibe pêla duyem a coronavirusê dest pê dike

Admin H
Nivîskar
📅 25 adar 2020 18:19

PeyamaKurd – Serokomarê Îranê Hesen Rûhanî ragihand ku pêla yekem a petaya vîrusa koronayê wan derbas kiriye û dibe pêla duyem jî dest pê bike.

Ruhanî, bal kişand ser welatiyên ji cejna Newrozê vegerin malên xwe û hişyarî da ku dibe pêla duyem dest pê bike û got, wan ji belavnebûna Covid-19 tedbîrên xwe zêde kirine.

Rûhanî got ku ew neçar in pêdawîstiyên gel ên wekî av, xwarin û elektrîkê dabîn bikin û kargehên pêdiviyên paqijiyê hildiberînin jî niha di asta herî zêde de kar dikin.

Li gorî rewşa dawî Îran piştî Çîn û Îtalyayê welatê sêyemîn e ku herî zêde vîrusa korona li ser bandor kiriye û heta niha li gorî amarên fermî 24,811 bi Covid-19 ketine û 2,077 kesan can daye.  

İran'da son 24 saatte yeni tip Koronavirüs (Covid-19) nedeniyle hayatını kaybedenlerin sayısı 143 kişi artarak 2077'ye yükseldi.

Parve bike: