Cîhan
Îran: “Plana me ya muzekereyan tine û em li ser berevaniyê hûr bûne”
PeyamaKurd – Berdevkê wzareta karên derve yê Îranê İsmail Bekayi ragihand ku di rojeva wan de tine ku bi Amerîkayê re muzakereyan bikin û got ku Îran xwe daye ser berevaniya xwe.
Ragihandina berdevk İsmail Bekayi di ajansa fermî ya dewleta Îranê Tesnim de hat kirin. Bekayi gotiye:
“Niha plana me yamuzakereyan tine tenê em li ser berevaniyê hûr bûne. Li hevkirin ji berpirsiyariyên her dû terefan pêk tê. Eger terefê dinê lihevkirinê îhlal bike, em ê jî berpirsiyariyên xwe bi cîh bînin. Ev qaîdeyekiye û ji niha û pê de, em ê di vê rêyê de dewam bikin.
Bekayi, her weha got ku artêşa Îranê bersiva her êrîşa ser Îranê, bi zêdayî daye.