Îran: Qasim Silêmanî nehist Esed ji Sûriyê bireve
PeyamaKurd- Serokê berê yê Rêxistina Nûkirina Berhemên Olî ya di bin fermana Hêzên Qudsê de tûxgeneral Hesen Plarek got ku Qasim Silêmanî nehiştiye serokê Sûriyê Beşer Esed dev ji wezîfa xwe berde û ji Sûriyê bireve. Hesen Plarek bo ajansa Fars weha got:
“Qasim Silêmanî bi arîşeya Sûriyê re bi serê xwe mucadele kir û Sûriyê rizgar kir. Hetta hindek mabû ku Beşer Esed bibûya koçber û terka welatê xwe bikira. Ew got; (Qasim Silêmanî) ‘Bo serkeftinê tekane rê berxwan e. Bi îzna Xwedê em ê bi ser bikevin.’ Di ber xwe da û bi ser ket.“
Ji fermandarên artêşa Şoreşa Îranê Gulabî Babayî jî di pirtûka xwe ya bi navê “Peyam a Masiyan” de dibêje fermandarê Îranî yê ku li Sûriyê jiyana xwe da Huseyin Hemedanî weha gotiye:
“Wê şevê gelek tevlihevî hebû. Esed difikirî ku karê wî qediya ye. Li pey dewleteka weka Rûsyayê bû koçî wê derê bike û îltîca bike.”
Hesen Plarek ji aliyê Qasim Silêmanî de hatibû danîn bo serê dezgeya li jorê ya navborî. Ew dezge 15 sal berê ji aliyê Elî Hemaney de hatibû dayîn bo fermandariya hêzên Qudsê. Silêmanî jî hevalê xwe Plarek danîbû ser serê wê.