Îran | Reîsî projayasaya teqekirina xwepêsanderan pêskesî parlamentoyê kir
PeyamaKurd - Serokomarê Îranê Îbrahîm Reîsî, projeyasayek ji parlamentoyê re şand û xwest, mafê bikaranîna çekan li dijî xwepêşanderan bidin hêzên ewlehiya Îranê ji bilî hêzên leşkerî û întizamî.
Li demeke ku xwepêşandanên protestoyê li gelek bajarên Îranê dewam dikin, ji aliyê kabîneya Reîsî ve reşnivîsa ku hêzên ewlehîyê di dema destwerdana xwenîşanderan de, li kolanan, girtîgehan û dema parastina navendên leşkerî, ewlehî û îdarî bikarin çekê bikar bînin û teqe li xelkê bikin bo parlamentoyê hat şandin.
Li gorî projeyasayê wê ti endamekî hêzên ewlehiyê ji kuştina xwepêşanderan berpirsiyar neyê dîtin û wekî mafê parastinê bê hesabkirin.
Serokê Parlamentoya Îranê Mihemed Baqir Qalîbaf gotiye ku divê bi lezgînî û ew projeyasa were berçavgirtin û gotûbêj li ser destpê bikin.