Cîhan
Îran: Rêkeftina atomî nêzîk e û ew amade ne bigihin rêkeftineke bas
PeyamaKurd – Wezîrê Karên Derve yê Îranê Hisên Emîr Ebdullahiyan di pêwendiyeke telefonî de ya bi Berpirsê Siyaseta Derve ya Yekîtiya Ewropayê Josep Borrel re diyar kir, rêkeftina atomî nêzîk e û ew amade ne bigihin rêkeftineke baş.
Wezîrê Karên Derve yê Îranê Hisên Emîr Ebdullahiyan eşkere kir, Îran ji hêlên xwe yên sor venagere û ew bi lez in ji bo ku bigihin rêkeftinekê, lê ew yek divê di berjewendiya niştimanî ya wan de be.
Wezîrê Karên Derve yê Îranê daxwaz ji welatên rojava kir, êdî demê di berjewendiya xwe de bikar nehînin û got, em amade ne vegerin ser rêkeftineke baş.