Cîhan
Îran temamê seferên balafiran ji bo Îmaratan betal kir
PeyamaKurd – Çapemeniya Îranê ragihand ku şîrketên rêyên hewayî yên Îranê temamê seferên xwe yên ji bo Îmaratan betal kirine.
Li gor ragihandina ajansa xwendekarên Îranî (ISNA); temamê seferên navbera Îran û Îmaratan betal bûn.
Biryara şîrketên Îranê ket piştî biryara wezareta Amerîkayê ya xezînê ku givaşê di 23yê Êlûnê de danî ser hewageriya Îranê.
Piştî biryara givaşê jî seferên di 23ê Êlûnê de yên Tehran-Bexda û Tehran- Maskatê betal kiribûn. Îro jî Azerbeycanê îznê neda balafira ji Tehranê diçû Duşanbe û balafir paşde dageriyabû.