TR KU SO
FB X
Cîhan

Îran: “Trump wê ji neçarî pasde gav biavêje”

📅 07 mijdar 2018 02:32

PeyamaKurd - Wezîrê Karên Derve yê Îranê Cewad Zerîf ragihand, ku Serokê Amerîkayê piştî demekê wê neçar bimîne û siyaseta xwe ya li hember Îranê biguherîne.

Wezîrê Karên Derve yê Îranê Muhemed Cewad Zerîf, bal kişand ser sepandina zextên dewra nû yên Amerîkayê li dij Îranê û wiha got: Hedefa van zextan gelê Îranê ye û Amerîka ew şirketên ku berê hatibûn betalkirin jî, li lîsteya van zextan zêde kirine lê eva nîşan dide ku Amerîka qels bûye.

Cewad Zerîf diyar kir: Dinya li hember Amerîkayê sekinîye û tu dewletan ji bilî çend welatên biçûk piştgirî nedan ambargoya Amerîkayê. Em piştrast in ku rojên nebaş li benda Amerîkayê ne, dewletek ku nekariye heta ji bo gelê xwe, îsbat bike ku siyasetên wê li ser berjewendiyên wan e û zêde ji vê yekê ku li fikra berjewendiyên netewî yên Amerîkayê be, li fikra berjewendiyên komeka biçûk e ji piştgirên wê pêk hatiye.

Zerîf destnîşan kir: Amerîkî vê carê jî wê ji ber kiryarên xwe yên neberaqil dijî Îranê poşman bibe.

Serokê Amerîkayê di 8ê Gulana 2018an de bi vekişîna ji Peymana Nukleerî careka din ambargo li ser Îranê sepandin û gef xwar ku her welatekî ku kirrîna petrola Îranê bidomîne, dê were boykotkirin. Amerîkayê heta 4ê Mijdarê derfet dabû mişteriyên petrola Îranê ku asta kirrîna petrola Îranê bigihînin sifir.

Ev boykot di du dewreyên 90 û 180 rojî vedigeriyan. Dewra yekê ji roja 7ê Tebaxa 2018an ve bicih hatin. Dewra duyem jî roja Duşemê (5ê Mijdarê) hatin sepandin.

Parve bike: