Îran: Wê Hurmiz wê girtî bimîne
PeyamaKurd - Ajansa Nûçeyan a Mehr a Îranê di nûçeya xwe de ku agahiyan dispêre rayedarên leşkerî, îdîayên Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Turmp weke “dereweke din” pênase kir û ragihand ku hêzên Îranê “ji her cûre senaryoyan re amade ye.”
Trump roja Şemiyê bi daxuyaniyekê ragihandibû ku li ser daxwaza Îranê û hin welatên herêmê wî qebûl kiriye ku êrişên nû yên DYA û Îsraîlê yên li ser Îranê betal bike û gotibû, ev yek bi şertê lihevkirineke bi lez ve girêdayî ye.
Trump anî ziman ku peymana gengaz divê li ser bidawîkirina gefên bernameya nukleerî ya Îranê û vekirina Tengava Hurmuzê ya bi temamî be.
Ajansa Nûçeyan a Farsê ya Îranê jî di nûçeya xwe de ku agahiyên xwe spart çavkaniyekî nêzî heyeta muzakereya nukleerî, ragihand ku heta “Helwesta dijminane” ya DYA’yê dewam bike wê Tengava Hurmuzê girtî bimîne