Cîhan
Îran wê ji Sûriyê derkeve!
PeyamaKurd- Şêwirmende Serokê Amerîkayê Donald Trump yê bi navê John Bolton got ku heye ku hebûna Putin ya li Sûriyê were bidawîkirin.
Bolton got ku li Helsînkiyê di civîna Trump û Putin ya di 16ê Temûzê de ev mijar wê were rojevê û dibe ku ji bo derketina leşkerên Îranê ya ji Sûriyê di navbera Trump û Putin de levhatinek çêbibe.
Bolton wiha got: Em ê li benda civîna Trump û Putin bin bê ka wê çi jê derkeve. Ji bo ku leşkerên Îranê ji Sûriyê derkevin û herin Îranê, muzakere wê werin kirin. Ji bo pêşerojê ev ê bibe gaveke girîng.